Di Edebîyata Kurdî de Vekolînek li Ser Têgiha Meyê û Hêmanên Girêdayî Wê -Mînak Dîwana Melayê Cizîrî, Helbestên Feqîyê Teyran, Mem û Zîna Ehmedê Xanî

Author:

Aydın Rozerin1ORCID,Bulut Kenan2ORCID

Affiliation:

1. VAN YÜZÜNCÜ YIL ÜNİVERSİTESİ, YAŞAYAN DİLLER ENSTİTÜSÜ, KÜRT DİLİ VE KÜLTÜRÜ ANABİLİM DALI

2. VAN YÜZÜNCÜ YIL ÜNİVERSİTESİ, EĞİTİM FAKÜLTESİ, TÜRKÇE VE SOSYAL BİLİMLER EĞİTİMİ BÖLÜMÜ, TÜRKÇE EĞİTİMİ ANABİLİM DALI

Abstract

Edebîyata klasîk a Rojhilatê gelek têgih û mezmûnên cur bi cur ên wê demê vedihewîne. Ji ber ku têgih an mezmûnên edebîyata wê demê di çaxa îroyîn de xwedî wateyên cur bi cur in, fêmkirina helbestên wê demê hatine nivîsandin jî di çaxa îroyîn de dibe zehmet. Têgiha meyê û hêmanên wê jî li nav van têgihên aloz ên edebîyata Rojhilatê de cih digirin. Edebîyata Kurdî ya klasîk jî li nav edebîyata Rojhilatê cih digre. Loma taybetîyên vê edebîyatê di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê sedemê di serî de ji bo fêmkirina helbestên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî û helbestvanên din ên edebîyata Kurdî divê ewilî bên zanîn ku ev têgihên ku behsa wan hatine kirin bi çi maneyan tên bikaranîn Armanca vê gotarê dahûrînek e li ser têgiha meyê û hêmanên girêdayî wê yên ku di Dîwana Melayê Cizîrî, helbestên Feqîyê Teyran û Mem û Zîna Ehmedê Xanî de xwedî cihekî berfireh in. Ji bo vê armancê di gotarê de ewilî behsa nav û taybetîyên meyê û pêşveçûna dîroka wê hatîye kirin. Dûv re di dîroka mirovayîyê, edebîyat û tesewufê de li ser merheleyên guherîna wateyên meya mecazî û heqîqî hatîye rawestan. Piştî vê jî ji ser nîşandana ravek û têkilîyên helezonîk ên li ser meyê û hêmanên sereke yên wê ve terza bikaranîna her sê helbestvanan hatîye analîzkirin. Di dawîya xebatê de jî bi awayekî berawirdî wekhevî û cudahîyên terza bikaranînên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî li gel van têgahan hatîye pêşkêşkirin

Publisher

Kurdiname

Reference32 articles.

1. Adak, A. & Baluken, Y. & Acar, H. (2014). Gora Feqiyê Teyran. Nûbihar Akademî, 1, 111-120.

2. Adak, A. (2014) Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk. İstanbul: Nûbihar.

3. Akçınar, S. (2017). Melayê Cizîrî Dîvanı’nda zülüf sembolünün tahlili. Mukaddime, 8(özel sayı 1), 133-152.

4. Aşçı, G. (2014). Sâkînâmelerde şarap. Zaningeha Çukurovayê: Teza Masterê.

5. Bahadır, S. C. (2012). 16. Yüzyıl klasik Türk şiirinde şarap ve şarapla ilgili unsurlar. Zaningeha İstanbulê: Teza Doktorayê.

同舟云学术

1.学者识别学者识别

2.学术分析学术分析

3.人才评估人才评估

"同舟云学术"是以全球学者为主线,采集、加工和组织学术论文而形成的新型学术文献查询和分析系统,可以对全球学者进行文献检索和人才价值评估。用户可以通过关注某些学科领域的顶尖人物而持续追踪该领域的学科进展和研究前沿。经过近期的数据扩容,当前同舟云学术共收录了国内外主流学术期刊6万余种,收集的期刊论文及会议论文总量共计约1.5亿篇,并以每天添加12000余篇中外论文的速度递增。我们也可以为用户提供个性化、定制化的学者数据。欢迎来电咨询!咨询电话:010-8811{复制后删除}0370

www.globalauthorid.com

TOP

Copyright © 2019-2024 北京同舟云网络信息技术有限公司
京公网安备11010802033243号  京ICP备18003416号-3